Pêşmergeyên Dêrîn: Dewleta Tirk bi derbên gerîla neçar ma vekişe

Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê serkeftina gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk weke serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê pênase kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi derbên gerîla neçar ma vekişe.

Dawiya sala 2021 Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê şikestina êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihand.

Û serêsala nû kire cejna serkeftina li dijî artêşa Tirk a dagirker.

Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê ji ber vê serkeftina gerîla ya li dijî dagirkeriyê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Pêşmergeyan diyar kir ku Ev serkeftin ji bo miletê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye û got:

“Gerîla ji bo mafê neteweya xwe yê rewa şer dike.

Di encama zextên derbên gerîla û nerazîbûna xelkê de dewleta Tirk neçar ma vekişe.”

Back to top button