Bertekên li dijî girtina deriyên sînorî ji aliyê PDK’ê ve zêde dibin.
Nivîskar û helbestvanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku girtina deriyan xizmeta dijmin dike.
Nivîskarê Kurd Mihemed Beşîr derbarê girtina PDK’ê ji deriyên sîrorî re ji ANHA’yê re axivî û got:
Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û dixwaze wî qir bike.
Ev dewleta qirker PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne..
Bi girtina deriyên sînorî dixwazin Rojava têxin dorpêçê de.
Mihemed Beşîr hişyarî da PDK’ê û bang lê kir ku li gor berjewendiyên Kurdan gavan biavêje.
Helbestvan Fatma Ehmed jî derbarê mijarê de axivî û kiryarên PDK’ê wek kiryarên derexlaqî bi nav kir.
Fatma Ehmed diyar kir ku girtina deriyan xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.