
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, diyar kir ku kesên fermana komkujiyê dane wê neghêjin armancên xwe.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li avahiya HDP’ê ya Êlihê bîr anîn.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî tevli merasîmê bûn.
Li wir Felknas Ûca axivî û diyar kir ku bi komkujiyan nasnameya azad a jinê hat hedefgirtin.
Felknas Ûca komkujî şermezar kir û anî ziman ku kesên fermana komkujiyê dane wê negihêjin armancê xwe.