Dagirkeran Kobanê topbaran kir, 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe her roj êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.

Beriya saetekê dewleta Tirk bi hawanan bajarê Kobanê topbaran kir, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Hemwextê van êrişan gundên Girê Spî jî hatin topbarankirin.

Nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk 3 hawin avêtin nava bajarê Kobanê.

Di encama topbaranê de 2 kes birîndar bûn.

Di hean demê gundê Qeremox yên rojhilatê Kobanê jî topbaran kir.

Dagirkeran gundên Cirin û Xanê yên Girê Spî topbarankirin

Di heman demê de dagirkeran gundên Cirin û Xanê yên Girê Spî jî topbaran kirin.

Doh jî derengiya şevê dagirkeran gundên Rebîat û Til Werd ên rojavayê Zirganê topbaran kir.

Piştî vê êrişê, gundê Koliyê, Til Ebod, Xidrawî, Dada Ebdal, Metmora û Xirbet Şiîr û navenda Ziragnê jî da ber topan.

Back to top button