POMPEO Û LAVROV: KOMÎTEYA DESTÛRÎ Û BIRYARA 2254 XALÊN SEREKE NE

Aloziya Sûrî û pêşketinên dawî li Idlibê rojeva sereke ya Emerîka Û Rûsiya ye. Wezîrê Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) Mike Pompeo û yê Rûsya Sergey Lavrov duh li Sotchî li hev civiyan. Der barê rewşa li Sûriyê wê herdu wezîr têkiliyên xwe berfireh bikin.

Wezîrê Karê Derve yên herdu dewletan li ser çareseriyeke lezgîn ji aloziya Sûrî û rewşa Idlibê teqez kirin.

Pompeo û Lavrov girîngî dan biryara 2254 a navdewletî.

Her wiha herdu wezîran li ser girîngiya avakirina komîteya destûrî rawestiyan.

Têkildarî mijarê, der barê şerê li herêmên Idlib û Hemayê, Neteweyên Yekbûyî raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku di şerê dawî yê li herêmên navbera Idlib û Hemayê de, herî kêm 100 kes hatine kuştin an birîndar bûne.

Rapora Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ji ber rewşa topbaranê, 180 kes ji warên xwe koçber bûne.

Ji bo vê jî, Neteweyên Yekbûyî tirsên xwe anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button