QSD: Ti şervanên me şehîd nebûne

QSD’ê ragihand ku îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî şehîdkirina 30 şervanên wan ne rast in.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên Wezareta Parastinê a dewleta Tirk de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Navendê da zanîn îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk têkildarî şehîdkirina 30 şervanên wan, ne rast in.

QSD’ê got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker belavkirina îdia û nûçeyên derew berdewam dike.

Li gorî îdiayên wan, 29’ê Kanûnê 8, 31’ê Kanûnê 5, 2’ê Çile 6, 5’ê Çile 3 û 7’ê Çile jî 8, bi giştî 30 şervanên me di dema amadekariya êrişê de hatine şehîdxistin.

Ev nûçe ji rastiyê dûr in, ti şervanên me şehîd nebûne.”

Back to top button