Meclisa Leşkerî ya Suryan: Em piştgiriyê didin rêveberiya xweser

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan bi daxuyaniyekê salvegera damezrandina meclisê pîroz kir û diyar kir ku ji bo pêkanîna çareseriya siyasî, ew piştgiriyê didin, xebatên Rêberiya Xweser.

Fermandariyê diyar kir ku wan di salên derbasbûyî de li rex Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê li dijî terorê de cih girtin û da zanîn ku wan di oxira tinekirina DAIŞ’ê de, gelek têkoşîn û fedekarî kirin.

Fermandariyê da zanîn ku hêzên wan li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Til Temir, şêniyan diparêzin.

Fermandariyê her wiha bi bîr xist ku hêzên wan beşdarî hemû operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bûne û di parastina girtîgehên çeteyan û kampan de jî, cih digrin.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo pêkanîna çaresriya siyasî ya ku tê de hemû mafên gelan ên niştimanî tên parastin

Back to top button