
Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên xwe di roja 96’an de dewam dike. Îro jî Endamên Destaya Çand û Huner tevlî çalakiyê bûn û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyên şehîdan radest bike.
Di çalakiyê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Qamişlo Xelîl Tehlo axivî û got:
“Tevî ku çalakiya kon bi rengekî aştiyane ye, lê PDK guh nade daxwazêm dayikên şehîdan û cenazeyan radest nake.”
Xelîl Tehlo bang li gelê Başûr kir ku li ber xiyaneta PDK’ê rabin û wiha got:
“Ji ber ku şehîd ew in ên ku parastina me û nirxên me dikin divê em jî yekîtiya xwe ava bikin û li dijî komployan bisekinin.”
Di dawiyê de Xelîl Tehlo bang li PDK’ê kir ku nebe amûrê destê dijminê gelê Kurd û cenazeyan radest bike.