Ji NATO bo Rûsya: Hêzên xwe ji sînorê Ûkrayna vekişîne

Wezîrên Karên Derve yên endamên NATO bi mijara Ûkrayna civînek awarte pêk anîn. Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bang li Rûsya kir ku hêzên xwe yên li sînorê Ûkrayna paşde vekişîne.

Doh Wezîrên Derve yên NATOyê îro bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi rêya vîdyokonferansê civînek awerte hate li dar xistin.

Jens Stoltenberg di civîna awarte de got: “Helwesta NATOyê zelal e. Em bang li Rûsyayê dikin ku rageşiyê kêm bike, hêzên xwe yên leşkerî vekişîne û rêya aştiyê hilbijêre.”

Stoltenbergê diyar kir ku wê bandora hebûna leşkerî ya Rûsyayê li sînorê derdora Ûkraynayê bê gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê NATO careke din piştevaniya xwe ya ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Ûkraynayê anî ziman.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê 10’ê Çile navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin de civînek pêk were.

Rojeva sereke ya civîna lîderan Ûkrayna ye.

Her wiha 12’ê Çileyê jî wê navbera NATO û Rûsya de civînek pêk were.

Back to top button