Rêjîma Îranê 5 sal ceza da mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber zarokan fêrî zimanê Kurdî dikir, ji aliyê rêjîma Îranê ve hate girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Zara Mihemedî îro hate girtin û xistin girtîgeha jinan ya li Sineyê.

Birayê Zara, Heybet Mihemedî derbarê cezayê Zara de axivî.

Heybet diyar kir ku desthilata Îranê sala borî bi hincetên cûda, Zara sucdar dikir û dihate binçavkirin û got;

Dadgeha Sine 10 sal cezayê girtîgehê lê birî bû.

Piştî Zara bi kefalet tê berdan, 5 sal ceza tê kêmkirin.

Rêjîma Îranê sucên cûda li ser Zara ferz dikir.

Carek bi navê dijberiya Komara Îslamê, carek bi navê alîgiriya Hizba Sosyalîst hate sucdarkirin.

Vê carê jî ji ber zimanê Kurdî fêrî zarokan dike ew girtin.

Tevî gelek endamên lijneya Dadweran cezayê Zara îmze nekirine, lê tê xwestin ceza were bicihanîn.

Back to top button