DI BOMBEBARANA ARTÊŞA TIRK DE WELATIYEK ŞEHÎD BÛ Û BALEFIREK KEŞFÊ KET

Êrîşên bi armanca dagirkirinê ya dewleta Tirk li ser başurê Kurdistanê zêde dibin.
Welatî jî dibin qurbaniya êrîşan.
Li Çiyayê Botê ya herêma Barzan di encama bombebarana artêşa dagirker de şêniyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya NRT’yê artêşa Tirk çiyayê Botê ya herêma Barzan a ser bi Hewlêrê ve bombebaran kir.

Di encamê de welatiyê 50 salî yê bi navê Kazim Elî jiyana xwe ji dest da.

Kazim Elî li bajaroka Behirke dijiya û ji bo komkirina pinçar çûbû herêmê.

Ji bo wergirtina cenaze dewleta Tirk destûra 20 kesan daye biçin çiyayê Botê.

LI AMEDIYÊ BALAFIREK KEŞEFÊ YA DEWLETA TIRK KET

Li aliyê din hat ragihandin li navçeya Amêdiyê ya Duhokê balafirek keşfê ya dewleta Tirk ket û şewitî.

Çavkaniyan ragihandin ku piştî ketina balafira keşfê, artêşa Tirk herêm bi balafirên şer bombebaran kir.

Leave a Reply

Back to top button