Bavê Abdo Henîfî: Rewa kurê min giran e

Doh li Kobanê di encama êrişa artêşa Tirk de zarokê 4 salî Abdo Henîfî giran birîndar bû û lingê wî hate jêrkirin.

Bavê Abdo, Mistefa Henîfî diyar kir ku ji ber êrişê 6 endamên malbata wî birîndar bûne û ji wan rewşa Abdo gelek giran e.

Bajarê Kobanê ev demeke dirêj e bûye armanca êrişên artêşa Tirk.

Rûsya û Amerîka ku Cotmeha sala 2019’an xwe weke garantorê raestandina êrişên dewleta Tirk ragihandin, li hemberî vê rewşê bê deng in.

ev helwesta wan hêzên dide Enqerê ku êrişên xwe li dijî gelên herêmê zêdetir bike.

Doh gundewarên Rojhilatê bajarê Kobanê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk ve hat topbarankirin.

Bi taybet gundên, Til Hacib, Qeremox, Sersozî, Xanê, Goran û Gultepe.

Di vê êrişê de zerareke herî mezin li malbata Henîfî bû.

6 4 jin û 2 zarok ji endamên wê birîndar bûn.

Ê herî giran jî zarokê 4 salî Abdo bû.

Abdo yê lingê wî hate jêkirin vê gavê di bin kontrola doktoran de tê ragirtin.

Bavê wî Mistefa Henîfî têkildarî êrişê ji Ajansa Hawarê re axivî û wiha behsa wan kêliyan kir:

Em li ber derikyê mala xwe rûniştîbûn.

Zarok jî weke her gavê ji xwe dilîstin.

Ji nişkê ve topên artêşa Tirk bi ser me de bariyan.

Kurê min Abdo lingê wî jê bû.

Rewşa hevjîna min û xwişka min jî gelek giran e.

Ew niha li nexweşxaneyên Reqa û Minbicê têne dermankirin.

Ji birîndarên me rewşa herî giran a Abdo ye.

Doh bi giştî li Kobanê ji ber êrişên artêşa Tirk 12 kes birîndar bûn.

Li gundê Xanê jî sivîl şehîd bû.

Dawiya Kanûna 2021’an jî artêşa Tirk bi balafirên bê mirov êrişê bajarê Kobanê kir û di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şorşeger şehîd bûn.

Back to top button