Li Kazaxistan..di nava hefteyekê de hukûmet jihev ket, bi dehan kes hatin kuştin

Her tişt bi hêrsa li dijî zêdekirina bûhayê sotemeniyê destpêkir.
Gel daket meydanan. Hukûmet neçar ma dest ji kar berde.
Lê xwepêşandan dewam kirin.
Bi dehan kes hatin kuştin û bêtirî 5 hezar jî hatine binçavkirin.
Ev encama rewşa hefteya dawî ya Kazaxistanê ye.

Kazaxistanê..

Welatê ku sala 1991’an ji Sovyetan veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.

Ji ber dewlemendiya xwe dikarîbû di nava demeke kurtê de bibe navenda bazariganiyeke cîhanî.

Li ser asta cîhanê hilberîna herî zêde a uranyumê li Kazaxistanê ye.

Her wiha bi petrola xwe de jî dik rêza 8’an de ye.

Tevî vê dewlemendiyê hukûmetê beriya çend rojan zêdekirina bûhayê sotemeniyê eşkere kir.

Û vê yekê hişt ku gel li bajarên mezin dakeve meydanan û nerazîbûna xwe nîşan bide.

Ev helwest di nava demeke kurt de veguherî hêrsa li dijî hukûmet.

Ji ber zêdebûna xwepêşandanan, hukûmeta Askar Mamîn neçar ma dest ji kar berde.

Lê tevî vê yekê jî hêrsa gel kêm nebûn û xwepêşandan li bajarên mezin ên welat belav bûn.

Bi taybet jî Alamaty.
Vê carê gel berê xwe da avahiyên hukûmet û agir berda wan .

Ji ber vî yekê rewş veguherî şerê di navbera xwepêşandêr û polîsan de.

Di nava çend rojan de ji herdû aliyan bi dehan kes hatin kuştin.

Her wiha li gorî daneyên fermî, nêzî 5 hezar mirov jî hatin binçavkirin.
Serokdewletê Kazaxistanê Qasim Comert Tokayev jî ji ber tirsa ku wê kontrolê ji destê wî biçe, hawara xwe gihand Moskoyê.

Li ser daxwaza Tokayev, Rûsya bi hezaran leşkerên xwe şandin Kazaxistanê.
Piştî vê detswerdanê, polîs û hêzên leşkerî heta radeyekê kontrola bajarê Alamty dîsa bidest xistin.

Dohê serokên Rûsya û Kazaxistanê bi rêya telefonê rewşa dawî ya li welat gotûbêjkirin.

Qesra Kremlînê têkildarî pêwendiya Pûtîn û Tokayev ev agahî parve kirin:

Herdû lîder li ser aramiyê û bidawîkirina aloziyê axivîn.

Tokayev dema pêwendiyê got, piştî destwerdana Rûsyayê, rewş ber bi başiyê ve diçe.

Back to top button