Civîna parlamentoya Iraqê dest pê kir

Demek li ser pêkhatina hibijartên Iraqê re derbas bû, lê ji bo avakirina hikumetê heta niha ti gav nehatibûn avêtin. Îro cara yekem ji bo avakirina hikumetê, parlamena nû ya Iraqê dicive. Di vê civînê de biryar e serokê parlamenê û cîgerên wî werin hilbijartin. 

10’ê Cotmeha 2021’ê li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêk hatin.

Li gorî encamên wê jî, Tevgera Sadir bi 73 kursiyan di rêza yekem de cihê xwe girt.

Ji hingî ve û heya niha hikumet nehatiye avakirin.

Îro piştî hilbijartinan yekem car parlamentoya Iraqê dicive.

Civîn di seetên sibehê de dest pê kir.

Mehmud Meşhedanî wê civînê bi rêve bibe.

Dibe îro serokê parlamentoya Iraq û 2 cîgirên wî bên hilbijartin.

Berpirsekî tevgera sedr kuştî hat dîtin

Hemwextî van pêşketinan, yek ji berpirsên Tevgera Sedr Muslîm Îdan Keeb kuştî hat dîtin.

Bûyer li parêzgeha Mîsan a Iraqê pêk hat.

Hat gotin ku cenazeyê wî di nava gelaşê de hat dîtin.

Back to top button