Şaredariya Qamişlo dest bi pêngava paqijkirina bajêr kir

Îro, Komîteya Şaredariyan û Şaredariya Kantona Qamişlo, dest bi pêngaveke paqijiyê kirin. Endam û rêveberên Şaredariyê daketin kolanan û pêşengtî kirin. Ev pêngav, piştî Qamişlo wê li hemû bajarê Herêma Cizîrê were destpêkirin.

Bi serenavê ”Em paqijiyê de hevkar in û berpirsyariya me hemiyan e” Komîteya şaredariya û şaredariya bajarê Qamişlo dest bi pêngava paqijiyê kir.

Şaredariyê vê sibehê pêngava xwe ji çerxereya Osman Sebrî ya bajêr dest pê kir.

Rêveber û endamên komîteya şaredariyan û ekolojiyê jî beşdarî pêngava paqijiyê bûn.

Bi av û dehan alavên paqijiyê yên şaredariyê kolan hatin paqijkirin.

Tê payîn piştî Qamişlo ev pêngav li hemû bajarên herêma Cizîrê dest pê bike.

Endamê Meclisa Kantona Qamişlo Ehmed Yûsif diyar kir ji bo xelk jî berpirsyariya paqijiya bajar bikin, wan bi vê pêngavê pêşengtî kir.

Ehmed Yûsif daxwazê ji xelkê dike bi wan re alîkar bin.

Dayîkan jî bi van gotinan spasiya şaredariyê kirin.

Endama Komîteya Şaredariya a Kantona Qamişlo Elsîn Gabrîêl dibêje;

Ji bo em xelkê warê paqijiyê de şiyar bikin û bajar ji paqijiyê biparêzin me dest bi vê pêngavê kir.

Bi vî awayî em dixwazin bi xelkê re jî alîkar bin.

Back to top button