Di êrişa li se Kobanê de sivîlek şehîd bû û 15 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker duh careke din êrişî Kobanê û gundên wê kir.
Cih û deverên ku sivîl lê dijîn hatin hedef girtin.
Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da zarok jî di navê de 15 kes birîndar bûn.
Her wiha dagirkeran îro jî dîsa gundên Kobanê û Girê Spî bombebarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh careke din bi hovane êrişî Kobanê kirin.

Di êrişê de navenda bajêr û gelek gundên Kobanê hatin hedefgirtin û bombebarankirin.

Di êrişê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 15 jî birîndar bûn.

Di nav birîndaran de zarok jî hene.

Navên kesên ku birîndar bûne wiha ne;

Ebdo Mistefa Henîfî (4)

Yawir Îbrahîm Henîfî (Sal û 6 meh)

Xalid Mistefa Beşar (5)

Narîn Şukirî Beşar (25)

Mezlûm Bekir Teyîb (36)

Cîhan Mele Osman Salih (25)

Mihemed Behaedîn Elî (35)

Besne Salih Henîfî (24)

Şêrîn Seîd Henîfî (27)

Gerîla Celal Ebdullah (36)

Hemûd Meter Xafilî (25)

Adil Kêtkanî (30)

Kesên ku birîndar bûne ji Kobanê, gundên Qeremox, Gultepe û Girbênav in.

Her wiha ji gundê Qeremox ku bi dijwarî hat bombebarankirin, dîmenê birîndarbûna 3 jinan jî hate kişandin.

Dagirkeran îro dîsa gundên Kobanê û Girê Spî bombebarankirin

Îro di saetên pîştî nîvro de careke din dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî gundên rojhilatê Kobanê û rojavayê Girêspî kirin..

Di êrişan de gundên Erîda, Cirin, Qizelî, Zenobya, Hiriyê û Ehmediyê bi ketober hatin bombebarankirin.

Back to top button