QSD: 20 ÇETE LI BAJAROKA ŞIHÊL A DÊRA ZORÊ HATIN GIRTIN

Hêzên Sûriya Demkratîk QSD’ê ragihand ku, îro wan dest bi operasyonê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê kirine..
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan 20 çete li gundewarên Dêrazorê girtin..
Bi van çeteyan re hêjmara çetyeên di van herdu rojên dawî de hatine girtin gihişt 25’an.

Hêzên Sûriya Demkratîk QSD’ê li dijî şaneyên razayî dest bi operasyonê kir.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku hêzên wan îro li derdora bajaroka Şihêl a gundewarên Dêrazorê dest bi operasyonê kir..

Navendê eşkere kir ku, di operayona wan de, veşargehên çeteyan li bejahiya Şihêl hatine hedefgirtin û ji saetên sibehê de, 20 çete hatine girtin.

Di vê operayonê de, 2 tunelên çeteyan ku ji bo êrîşan bikar dinanîn û jêderên çekan hatine dîtin.

Leave a Reply

Back to top button