Dagirkeriya Tirk welatiyê bi navê Îsmet Ehmed Ebdo ji navçeya Raco revandin

Sûc û hovitiya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî her ku diçe zêde dibe. Çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Îsmet Ehmed Ebdo ji navçeya Recoyê revandin.

Hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk ên bi koma bi navê Ehrar El-Şerqiyê Îsmet Ehmed Ebdo ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê revandin.

Her wiha ji bo berdana wî, ji malbatê milyonek lîreyê Sûrî fîdye xwestin.

Hat ragihandin çeteyan Ebdo birin navenda navçeya Recoyê.

Back to top button