Endamên MÎT’ê ên ku hatin girtin li xwe mikur hatin ku wan komkujî pêk aniye

Beriya 9 salan îro sê pêşengên têkoşîna azadiyê a gelê Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez li Parisê hatin qetilkirin. Bêguman li pişt vê komkujiya rûreş jî dewleta Tirk û hevkarên wan bûn. Ji bo ku ev komkujî were ronîkirin HPG’ê li dijî MÎT’a Tirk operasyonek taybet pêk anî. Di encama vê operasyonê de du rêvebirên MÎT’ê hatin girtin û têkildarî komkujiyê li xwe mikur hatin.

Dewleta Tirk a dagirker ku sala 2013’an ji her alî ve tengav bûbû û derbên giran li ser hev dixwar, bi Rêber Apo re dest bi hevdîtinan kir.

Rêber Apo di vê pêvajoyê de li gel şandeyên dewletê, şandeya Îmralî, şandeya HDP’ê û KCK’ê re civiya.

Di hevdîtinên ku li ser bingehê avakirina aştiyê dihatin pêk anîn de, dewleta Tirk li pey hewldanên tinekirina tevgera azadiya Kurdistanê bû.

Piştî 3’yê Çileya 2013’an şandeyek çû Îmraliyê, 9’ê Çileyê li Parîsê bi êrîşeke hovane ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Piştî wê demekî kurt hate fêmkirin Omer Gûney ê tetîkkêş komkûjiya Parîsê pêkaniye.

Her çendî kujerê komkujiyê wek Omer Guney hate nîşandan jî ya rast ferman ji Enqerê hatibû dayîn.

Di belgeyeke ku 14’ê Çileya 2014’an hate weşandin de eşkere dibû ku fermana înfazê ji aliyê çar rayedarên MÎT’ê ve hatiye dayin

Heman wextê qeyda dengekî hate weşandin û tê de dihat bihîstin ku Omer Guney bi rayedarên MÎT’ê re plana kuştinê dike.

Omer Gûneyê tetîkkêş piştî demekî di girtîgeheke Fransayê de bi awayekî gumanbar mir û xwestin bi mirina wî dozê bigirin.

Ji ber vê heya niha jî tevî bi dehan belgeyên ku îspat dike dewleta Tirk komkujiyê pêkaniye jî Fransa edaletê bicîh ne aniye.

Li dijî van planên MÎT’ê û ji bo ronîkirina rastiya pişt perdeya komkujiyê, HPG’ê bi navê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ya Şehîd Sakîne Cansiz da operasyonek pêk anî.

Di encama vê operasyona li dijî MÎT’a Tirk de 2 rêveberên payebilind ên MÎT’ê hatin girtin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 3’ê Çileya 2017’an detayên vê operasyonê bi berfirehî ji raya giştî re eşkerekirin.

Di belgeyeke ku 14’ê Çileya 2014’an hate weşandin de eşkere dibû ku fermana kuştinê ji aliyê çar rayedarên MÎT’ê ve hatiye dayin.

Li xwe mikurhatinên Rayedarên payebilind ên MÎT’ê yên ji aliyê HPG’ê ve hatin girtin de hate diyar kirin
Kujer Omer Guney jî endamê MÎT’ê ye û komkujiya li Parîsê ji aliyê endamên wan ve pêk hatiye.

Herwiha rêveberên MÎT’ê da zanîn ku biryara pêkanîna komkujiyekî bi vî rengî dive di asta herî jor de were dayîn û îşaret bi Erdogan û Hikûmetê kirin.

Rêveberên MÎT’ê eşkere kirin ku endamên MÎT’ê yên cihê xwe di Komkujiya Parîsê de girtine payeya wan ji aliyê Erdogan ve hatiye bilindkirin.

 

Back to top button