Mazlûm Ebdî beşdarî civîna Ciwanên Şoreşger bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ku beşdarî civîna mehane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger bû, diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina ciwanan, dixwaze civakê lewaz bike.

Di civînê de hemû endamên meclisa rêber a Tevgera Ciwanên Şoreşger, amade bûn.

Di civînê de li ser kar û xebatên ciwanan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên, nirxandin hat kirin.

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser êrîşa Dewleta Tirk ku li Kobanê li dijî ciwanan pêk anî û di encamê de 6 ciwan şehîd bûn, axivî.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku bi van êrîşan dixwazin civakê lewaz bikin û bitirsînin û got:

“Dijmin xwest ku di şexsê şehîdên Kobanê de Civaka me ya rêxistinkirî bitirsîne û tevgera ciwanan ji civakê bi dûr bixe.”

Ebdî destnîşan kir ku ji ber ciwan pêşengên civakê ne, dewleta Tirk ew kirine hedef û dixwaze bi tunekirina ciwanan, şoreşê têk bibe.

Back to top button