Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe di roja 97’an de dewam dike. Îro Kildaniyên gundê Xanikê yê Dêrikê û şêniyê navçeyê beşdarî çalakiyê bûn û gotin ew ê çalakiyê bidomînin heta cenazeyên şehîdan werbigirin.
Ev 97 roj in ku dayîkên şehîdan li ber deriyê Sêmalkayê çalakiya xwe berdewam dikin.
Lê heta niha PDK’ê xwe bêdeng kiriye û guh nade bangên dayikan..
Ev çalakî her roj bi beşdarbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin dibe.
Îro jî Kildanên gundê Xanikê yê navçeya Dêrikê û şêniyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.
li vir, endama Meclisa Koçerat a Kildaniyan Nehro Murad axivî û got:
“Divê hikûmeta başûr cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, ne ku deriyê sînor bigire.”
Nehro di dawiya axftina xwe de piştrast kir ku ew ê çalakiyê bidomînin heta ku cenazeyên şehîdên xwe werbigirin.