Mihemed Helbusî bi 200 dengan bû serokê parlamentoya Iraqê

Li Iraqê piştî hilbijartina pêşwext ya Cotmeha borî pêk hatî, doh serokê parlamentoyê hate hilbijartin. Mihemed Helbusî bi piraniya dengan careke din ji bo serokatiya parlamentoyê hate hilbijartin. Niha jî li pêşiya parlamentoyê hilbijartina serokomar û erkdarkirina hikumeta nû ya welat heye.

Duh piştî hilbijartinên pêşwext yên Iraqê, cara yekem parlamentoya Iraqê civîna xwe ya dema nû lidarxist.

Piştî ku di çarçoveya Hemahengiya Şieyan de navê 88 parlamenteran hate pêşkêşkirin û weke koma herî mezîn a Parlamentoyê xwe nîşan da.

Koma Sedir ku 76 parlamenterên wê hene, ji bo hikumetê zendên xwe badaye.

Parlamenterên herdu aliyan li derdora Serokê Demkî yê Parlamentoyê kom bûn û alozî derket.

Ji ber aloziyê Serokê Parlamentoyê tenduristiya xwe nebaş bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Piştî wê civîn carek din dewam kir û Mihemed Helbûsî bi 200 deng cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Mihemed Meşhedanî jî 14 deng anî û 14 deng jî vale bûn.

Di hilbijartina serokatiya Parlamentoya Iraqê de Hakim Zamlî bû cîgirê yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê.

Li gorî yasaya Iraqê, divê di nava 15 rojan de serokomarê Iraqê ji nûve were hilbijartin.

Piştî rejîma Baasê, li gorî peymana di navbera Iraq û Herêma başûrê Kurdistanê de, divê serokomar ji Herêma Kurdistanê were hilbijartin.

Heta niha Celal Talabanî, Fuat Mahsum û herî dawî jî Berhem Salih bûne serokkomarên Iraqê.

Li Herêma Kurdistanê jî li gorî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê de, divê serokomar ji YNK’ê be.

Lê tevî vê jî gelek caran PDK ji bo serokomartiya Iraqê namzet nîşandaye.

Li gorî peymana di navbera partî û herêman de, heya niha jî YNK’ê namzetê xwe yê serokkomartiyê diyar nekiriye.

Lê rayedarên YNK’ê dibêjin, wê carek din namzetê wan Berhem Salih be.

Piştî ku di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê hate hilbijartin, wê serokomar koma herî mezin ya parlamentoyê ji bo avakirina hikumetê erkdar bike.

Tevî hîn jî aloziya li ser koma herî mezin a li parlamentoyê dewam dike, lê danûstandina di navbera aliyên Şîe û Suniyan hîn jî dewam dike.

Li gorî civîna duh ya parlamentoyê Hemahengiya Şieyan navê 88 parlamenteran hate pêşkêşkirin û weke koma herî mezîn a Parlamentoyê xwe nîşan da.

Lê Koma Sedir jî ku 76 parlamenterên wê hene xwe weke yekem kom dibîne.

Encamên hilbijartinên 10’ê Cotmeha 2021’an

Tevgera Sedir ku bi serokatiya Muqteda El Sedir e 73 kursî bi dest xist.

Partiya Teqedûm ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî jî 37 kursî bi dest xist.

Back to top button