Li Enqera faşîstan êrişî 3 ciwanên Kurd kirin

Kurd li ku jiyan bikin ji zextan nafilitin .

Ev ne cara yekê ye ku êrişeke bi vî rengî li dijî kurdan pêk tê.

Komek faşîst li ber avahiya Zanîngeha Enqerê êrişî 3 ciwanên Kurd kirin.

Komek faşîst li ber avahiya Zanîngeha Enqerê êrişî 3 ciwanên Kurd kirin.

Di nav de Îsa Kok ê berî niha jî rastî êrîşa faşîstan hatibû heye.

Her wiha ciwanê bi navê K.Y bi kêrê birîndar kirin .

Û herdu ciwanên din jî bi sivikî birîndar bûne.

Polîsên hatin cihê bûyerê koma faşîst û ciwanê Kurd ê birîndar bûne D.U û M. U birin Midûryeta Polîan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekî .

Li vir îfade hatin girtin û lê tu kes nehatin destgîrkirin.

Piştî îfadeyê polîsan bi hinceta “Bila bûyer çênebe” koma faşîst birin Midûryeta Polîsan a Esat.

Ciwanên Kurd ên ku êriş li wan hatye kirin li Midûryeta Polîsan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekî tên girtin.

Back to top button