Li Kobanê dengê du teqîn hat bihîstin

Vê dewleta qirker sûnd xwariye ku kurdan qir bike û bajarên wê dagir bike.

Ev demeke dirêje kobanê rastî êrişên dewleta qirker tê .

Duh derengiya şevê Piştî çend kêliyan ji tevgera balafirên dewleta Tirk li ser Kobanê, dengê du teqînan hate bihîstin.

Li gorî agahiya Careke din balafireke bêmirov a dewleta Tirk li asîmanê Kobanê, piştî ku beriya du rojan bajar û gundewarên wê hatin bombebarankirin, geriya .

Piştî çend kêliyan ji tevgera balafirên bêmirov, dengê du teqînan hate bihîstin.

Tê texmînkirin ku balafikrên bêmirov ên Tirkiyê li cihekî dabin.

Li gorî agahiyên destpêkê, dengî teqîna yekemîn ji nêzî sûk El-Hal a bakur bajarê Kobanê ya nêzî sînor hatiye.

Û ya duyemîn jî ji gundê Termik hatiye.

Di encamê de ziyan madî gihaştin malên welatiyan.

Lê ziyanên mirovî çênebûne.

Ev hemû êriş tê wê wateyê ku Rûsiya bi rola xwe ya temaşekirî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê raziye.

Back to top button