Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket: 19 kes mirin, 63 birîndar bûn

Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket. 9 jê zarok herî kêm 19 kes mirin. Rêveberên bajar jî ev yek weke “Yek ji şewatên herî giran ê bajêr” binav kirin.

Li taxa Bronxê ya New Yorkê agir bi avahiyekê ket.

Şaredarê New Yorkê Eric Adams bûyer weke “Yek ji şewatên herî giran ên dîrokê” pênase kir.

Di bûyerê de 9 jê zarok herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.

Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber dû fetisîn.

Rayedarên arkujiyê diyar kirin ku ji ber amûreke germkirinê agir bi avahiyê ketiye.

Arkujên ku li gorî dema herêmê saet di 11:00 de gihîştin cihê bûyerê, destpêkê ragihandibûn ku nêzî 30 kes birîndar bûne û di nava du saetan de şewat kontrol kiribûn.

Şewata li avahiya HLM a ji 19 qatî rû dayî ji aliyê tîmeke agirkuj ya bi qasî 200 kesî ve hate vemirandin.

Çarşema bihurî jî li Philadelphiayê, ji ber agirê bi avahiyekê ket 8 jê zarok 12 kes miribûn.

Back to top button