Konferans bi pêşengtiya “Foruma Olan” li Qamişlo bi rê ve diçe

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamya bi dirşmeya “Bi hev re em aştiyê belav bikin” îro li Qamişloyê destpêkir. Ji gelek kesayetên oldar û siyasetmedar beşdarî Kongreyê bûn. Gelek mêvan jî bi rêya online beşdar bûn. Di roja yekem ya kongreyê de beşdaran bal kişandin li ser têkoşîna li dijî zilm û neheqiyê. Kongre wê sibe jî dewam bike.

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamya îro di roja xwe ya yekem de li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Kongre bi dirûşma “Bi hev re em aştiyê belav bikin” li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo tê lidarxistin.

Bi dehan kesayetên oldar, siyasetmedar, endamên saziyên Rêvebriya Xweser û Komsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî Nadine Menza, beşdarî kongreyê bûn.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser Ebdilkerîm Omer axaftina xêrhatinê kir.

Omer da zanîn bi saya fedakariyên mezin ên şehîdan, nirx û rêgezên hemû pêkhateyan hatin parastin û diyar kir ku ew hewl didin Sûriyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.

Bi navê komîteya amadekar a kongreyê hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Mihemed Xerzî axaftina vekirinê kir û armanca lidarxistina kongreyê anî ziman.

Mele Xerzî anî ziman ku nirxên hevbeş ên di navbera ol û baweriyan de wan anîne gel hev û diyar kir bi hevkariyê wê karibin têkilî di navbera olan de xurt bikin û aştiyê pêk bînin.

Bi navê Meclisa Jinên Oldar a Bakur û rojhilatê Sûriyê mamoste Muna Yûsiv axivî û girîngiya vegerandina olan ya li cewherê wan anî ziman.

Her wiha gelek peyamên pîrozbahiyê ji bo kongreyê hatin şandin.

Roja yekem ya kongreyê de du mijar hatin nîqaşkirin

Di rûniştina îro de du mijar hatin niqaşkirinû gelek mêvanan semîner dan:

Nadine Menza, komsera Komîteya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî,

Dr. Hanî Lebîb, Endamê Meclisa Neteweyî ya Têkoşîna dijî Terorê li Misir bi riya Zoom tevlê rûniştinê bû,

Profesora Hindî Milin Diwanî ku çalakvan e di warê avakirina pirên di navbera ola û regezan de.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv di semîneran de axivîn.

Nadine maenza: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê edaleta civakê hatiye bicihanîn

Di rûniştinê de Nadine Maenza diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew herêmên tekane ne ku edaleta civakê tê de hatiye bi cih anîn.

Maenza got, ez hêvî dikim ku DYA ya ku hîna itîraf bi Rêveberiya Xweser nekiriye, baş nas bike ku Rêveberiya Xweser çavkaniya aştî û aramiyê ye.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv jî bal kişand li ser girîngiya ku ol vegerê cewhera xwe û xebat bê kirin ji bo ku nirx û prensîbên olan bêne vejandin.

Di rûniştina duyemîn de jî beşdarên ji olên cuda semîner dan û rola olperestî û bandora wê li ser civakan hate nîqaşkirin.

Back to top button