Rêveberiya Xweser: Ev êriş dewama şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî êrişa li ser Kobanê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser got “ev êriş dewama şerê qirkirina gelê Kurd e”.
Û banga rawestandina êrişan li Koalisyona Navneteweyî û Rûsyayê kir. MIX

Rêveberiya Xweser anî ziman ” Ev êriş hem peyameke eşkere ya dewama şerê Tirkiyê yê qirkirina kurdan e û hem jî dijberiyeke eşkere ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ye.”

Rêvebriyê tekez kir “divê ev Koalisyona Navnetewyî û Rûsya li hember van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin û heger nîşan nedin wê demê ew dibin hevkarên dewleta Tirk.”

Rêveberiya Xweser: Divê koalisyona navneteweyî û Rûsya helwesta xwe nîşan bidin

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û hêzên li herêmê kir ku tevbigerin û van êrişên dijminane ku ji hemûyan re eşkere ne, rawestînin.

Dawiyê Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şehîd û silametî ji birîndarana re xwest.

Back to top button