Ji 1850’an ve 2,5 milyar ton karbondîoksît derbasî atmosferê bûye

Guherînên avhewa li cîhanê, êdî bandor li her tiştî kiriye. Demsal hatine guhertin, hişkesalî zêde bûye û çiyayên qeşayê yek bi yek dihelin. Ji 1850’an ve welatên cîhanê bi xebatên xwe, gaza karbondoksît ya dibe sedema germahiyê di rêjeke zêde de dişênin atmosferê.
Ji şoreşa pîşesazî ya li cîhanê, heta niha bêtirî 2,5 mîlyar ton karbondîoksît derbasî atmosferê bûye. Ev yek jî hemû ji ber hêrsa dewlemendî û pareke hîn zêdetir ya mirovan çêbûye. Ji vê daneyê tenê 500 miylar ton ji aliyê DYA ve hatiye şandin.

Emîsyonên karbondîoksîtê ku di belavkirina gaza serayê de xwedî para herî mezin e, piranî bi rêya sotemeniyên fosîl li atmosferê belav dibe.

Hewldanên ji bo sînordarkirina belavkirina karbondîoksîtê di rojeva cîhanê de di nav mijarên herî girîng de ne.

Ev yek di civîna bilind a Guherîna Avhewa ya COP26 de jî hate nîqaş kirin.

Divê welat heta sala 2030’î emîsyonên xwe yên gazê nîvco kêm bikin da ku bilindbûna germahiya gerdûnî di bin 1,5 pileyî de bihêlin.

Li gorî lêkolîna “Guherîna Avhewa 2021: Weqfa Zanistên Fîzîkî” ya ku ji aliyê Panela Guherîna Avhewayê ya Navdewletî (IPCC) ve hat amadekirin, germahiya global di van 2 hezar salên dawî de ji ber bandora xebatên mirovan bi rêjeyeke bilind zêde bûye.

2019’an di atmosferê de gazên karbonê gihişt asta herî bilind a 2 milyon salî.

Her wiha di heman salê de, rêjeya gazên serayê yên sereke metan û nîtrooksîtê li gorî 800 hezar salên dawî jî gihiştin asta herî bilind.

13 welatên ku herî zêde karbondîoksîtê dişênin atmosferê

13 welatên di tabloya li jor de xuya dikin, ji 1850’an ve sedema ji sêyan duyê parên belavbûna karbondîoksîtê ya li atmosferê ne.

Li gorî malpera Carbon Brief ku li ser guherîna avhewayê lêkolînan dike, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji sala 1850’an ve 509 milyar ton karbondîoksît berdaye atmosferê.

DYA sedemê ji sedî 20’ê karbondîoksîta bo atmosferê tê şandine

Ev yek ji sedî 20’ê rêjeya karbondîoksîtê ya cîhanî ye.

Piştî DYA, Çîn bi %11 di cîhanê de welatê herî qirêj ê duyemîn e.

Piştî vê yekê Rûsya ji sedî 7, Brezîlya ji sedî 5 û Endonezya ji sedî 4 tê.

Ev gazên ku hawirdora cîhanê dipêçin, rê li ber ronîkirina tîrêjên rojê digirin û dibin sedem ku germahî zêde bibe.

Bi bandora zêdebûna germahiya navîn, ciyayên qeşayê dihelin.

Ev yek jî dibe sedema karasatên xwezayî yê mîna baran, lehî, şemitîna axê, şewat û her weke din.

Back to top button