Sûdan..Li Xertûmê bi hezaran kes li dijî darbeyê rabûn, xwepêşandêrek hat kuştin

Ji 25’ê Cotmeha 2021’an hêrsa gelê Sûdanê ya li dijî darbeya leşkerî kêm nebûye. Doh dîsa bi hezaran kes ji bo rêveberiyeke sivîl were avakirin, daketin meydanan. Ji ber destwerdana polîsan, xwepêşandêrek hat kuştin.

Nerazîbûna gelê Sûdan li dijî darbeyên leşkerî di meha 3’an de dewam dike.

Ji darbeya dawî ya 25’ê Cotmeha 2021’an ve, êdî weke kevneşopiyekê her roja Yekşemê xwepêşandanên girseyî pêk tên.

Doh bi vê armancê li paytext Xertûmê bi hezaran kes li kolanan bûn.

Weke her carê ji ber destwerdana hêzên leşkerî şer derket.

Ji ber bikaranîna bombeyên gazê, çalakger li kolanên paytextê belav bûn û rê li çûnûhatinê girtin.

Hat gotin, di encama êrişa hêzên leşkerî de xwepêşandêrek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Back to top button