Rojnamevanên li Tirkiyê rastî her cure zextê tên

Îro 10’ê Çilê Roja Rojnamevanên Dixebitin e. Bi boneya rojê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat ê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Partîya Demokratîk a Gelan HDP û yê daxuyanîyek dan.
Di daxuyaniyan de bal kişandin ser zextên li dijî Rojnamevanan û hat dîyarkirin li Tirkiyê 62 rojnamevan hê jî di girtîgehan de ne.

Rojnamegerên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin û rastiyan nîşanî gel û raya giştî didin, ne tenê zor û zehmetîyan dibînin, rastî girtin û êşkenceyê tên û tên kuştin jî.

Bi taybetî li Tirkîyê zext û êşkenceyên li ser rojnamegerên li ser şopa heqîqetê ne, pir zêde ye.

Îro 10’ê Çilê Roja Rojnamevanên Dixebitin e.

Bi boneya rojê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Cigirê Hevserokên Giştî ên HDP’ê ê berpirsê propaganda û çapemenîya partîyê Tayîp Temel daxuyanî dan.

DFG: Kirinên deshilatdarîyê ên li dijî rojnamevanan êdî bûye pergala êşkenceyê

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat ê di daxuyanîya xwe de îşaret bi zext û êrişên li ser rojnamevanan kir û wiha got:

”Li gorî daneyên komeleya me, 62 rojnamevan hîn girtî ne. Ji ber vê yekê ye ku kirinên deshilatdarîya heyî, êdî li dijî rojnamevanan vegerîya ye pergala êşkenceyê.”

Komeleyê bal kişande ser cezayê mûebbetê yê jy li rojnamevan Rojhat Dogrû hatîye birîn û destnîşan kir ku ev ceza biryareke tol sitandinê ye.

DFG’ê da zanîn, ji ber ku ew rastîyan derdixînin holê ew dibin armanca êrişan û rastî zextên deshilatdarîyê tên.

Platforma Rojnamegerên Jin: Tekoşîna me dê li her deverê bidome

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya jî bi wesîleya rojê binpêkirina mafên rojnamevanan eşkere kir û got:

”Di nava rojnamegerên dixebitin de herî zêde jî jinên rojnameger wek hedef tên nîşandan.”

Platformê diyar kir ku 6 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne, doz li 13 rojnamevanên jin hat vekirin û li 12 rojnamevanên jin jî 17 sal cezayê zîndanê hat birîn.

Platformê îşaret bi berxwedanîya li dijî zextan kir û dîyar kir ku tekoşîna wan dê li her deverê bidome.

Tayîp Temel: Rojnamevanên heqîqetê hêvîya Demokrasî û Aştî yê ne

Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP ku ji propaganda çapemenîya partîyê berbipirs Tayîp Temel jî bal kişande ser zextên li dijî rojnamevanan û got:

”Tevî her tiştî rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin û berdêlan didin hene.”

Temel, rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pêşerojê derdikevin weke hêvîya azadî û demokrasîya Tirkîyê pênase kir.

Back to top button