KCK: Divê bawerîyên gelan ji bin zilma deshilatdaran bê rizgarkirin

Komîteya Gel û Bawerîyan a KCK’ê, ji Kongreya Ol û Bawerîyan a Mezopotamya yê ya Navnetewî re peyamek şand. KCK’ê di peyamê de destnîşan kir ku divê bawerîyên gelan ji bin serwerîya deshilatdarên ku wan bikartînin, bê rizgar kirin.

Peyama KCK’ê wiha ye:

”Em hêvî dikin ku ev Kongre bibe bingehek ku lewazîya dîyalogên di navbera ol û baweriyan de ji holê rake.

Hemû ol û pêxember li dijî deshilatê derketin. Li kêleka feqîr, hejar, bindest û koleyan, li dijî zilmê sekînîn.

Armanca bawerîyan avakirina kesayet û civakeke xwedî wijdan û exlaq e. Di vê çarçoveyê divê em pir rengîya ol û bawerîyan nekin mijara nakokîyan.

Divê armanc avakirina civakek bi wijdan û exlaq be.

Divê hûn karibin bawerîyên gelan ên di bin serwerîya deshilatdaran de ku ji bo berjewendîyên xwe bikartînin, rizgar bikin.”

Back to top button