Şaredariya Holê dest bi projeyên sala 2022’an kir

Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pirojeyên sala nû kirin Yek ji wan jî Şaredariya Holê ya li kantona Hesekê ye.

Ji bo hêsankirina tevgera şêniyan li navçeya Holê, Şaredariya naçeyê li gorî pilansaziya 2022’yan dest bi pirojeyên xwe kir.

yek ji wan jî vekirin û serastkirina riyên nû bû.

Şaredariyê dest bi vekirina gelek rêyên nû û sererastkirina rêyên xirabe li aliyên bakur û başûrê navçeyê kir.

Li gorî çavdêrê fenî yê şaredariyê Îbrahîm El-Salih da zanîn ku şaredarî dixwaze rêyên gundên li başûrê ûbakurê navçeyê yên El-Xan, Xerîse, Um Huceyre, Xezîle, Ciwêsmiyê, Til El-Cayir û Um Xedîr veke.

Îbrahîm El-Salih diyar kir ku wê rê bi firehiya 6 metreyan be û dê nêzî 3 hezar metrekab xîz lê were xerckirin.

Back to top button