Jinên Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê êriş şermezar kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî di her firsendê de êrişî herêmê dike û bi taybet jî Kobanê. Herî dawî di êrişa dewleta Tirk de welatiyek şehîd bû û di nav de jin û zarok, 15 kes birîndar bûn.Aliyên Siyasî, Rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl li gelek deveran bi daxuyaniyan ev êriş şermezar kirin û bang li hêzên garantor kirin ku van komkujiyan rawestînin.

Nerazîbûn û çalaliyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şehbayê, daxuyanî da..

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hat gotin: “Em van êrişên dewleta Tirk yên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê bi tundî şermezar dikin. Hemû kesên piştgiriyê didin faşîzma Tirk û çeteyên wê, sûcdar in. Em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo sekinandina van êrişan bikevin nav hewldanan.”

Ciwanên Şehbayê: Divê hêzên Garantor van komkujiyan rawestînin

Bi dehan endamên Komîteya Ciwanan a Kantona Şehbayê li navçeya Fafînê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê daxuyaniyek dan.

Endamê komîteyê Mistefa Hemdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bêserûber welatiyan, malên wan û cihên olî bombebaran dike..

Hate gotin ku Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hin aliyên Kurd, li ber çavên civata navneteweyî û hêzên mîna Rûsya û Amerîka van êrişan pêk tîne..

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li hêzên garantor hat kirin ku rê li pêşiya sûc, êriş û komkujiyan bigrin..

Rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê banga hevgirtinê kirin

Rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê jî li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê daxuyaniyek dan.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Rîm El-Hemûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên navneteweyî a li hember êriş û sûcên li Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hat şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em piştgiriya Kobanê dikin. Divê gelên herêmê bibin yek û têkoşîna xwe ya li hember êriş û qirkirina ku dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tîne, xurt bikin.”

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê: Divê hêzên navnetewî pêşî li êrişan bigrin

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê jî derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da…

Di daxuyaniya partiyê de hat gotin ku divê civata navneteweyî û hêzên navneteweyî yên li herêmê rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin.

Hat diyar kirin ku divê gelê herêmê xwedî li rêveberiya xweser derkevin û li dijî êrişan berxwedana xwe mezin bikin.

Back to top button