
Li bajarê Hesekê 2 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD bi merasîmekê hatin oxir kirin. Di merasima oxirkinê de hat diyar kirin ji bo pêkanîna armancênşehîdan ew ê berxwedan û têkoşînê bidomînin.
Şehîd Tirkî El-Mismar (Dijwar) ê ji Hesekê di 8’ê Çileyê de li Tirwaziyê şehîd bû.
Şehîd Ehmed Silêman (Egîd Garzan) ê ji Dirbêsiyê di 5`ê Çileyê de li herêma Firatê şehîd bûbû.
Îro her du şehîdên QSD’ê bi merasîmek girseyî li Hesekê hatin oxirkirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr beşdarî merasima oxirkirinê bibûn.
Bi navê Meclisa leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê axivî û diyar kir ji bo pêkanîna armancê şehîdan ew têkoşîna xwe bidomînin.
Piştre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de, cenazeyê şehîd Dijwar hate oxirkirin û cenazeya şehîd Egîd şandin Dirbêsiyê da ku li wir were veşartin