Li Amed û Wanê nobetên edaletê dewam dikin

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş bên berdan li Amedê di roja 56’an de û Wanê jî di roja 32’an de dewam dike. Malbatan xwestin dengê wan were bihîstin û li dijî tecrîde banga têkoşîna hevpar kirin.

Li girtîgehên Tirkiyê êşkence û binpekirinên mafan yên li dijî girtiyên siyasî û nexweş didomin.

Tevî raporên girtiyên nexweş ku ‘nikarin di girtîgehan de bimînin’ hene jî nayên berdan.

Zilma dewlata Tirk bi vê yekê re sînordar nîne û girtiyên nexweş bi ti awayî nayên derman kirin.

Nexasim di encama binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de heta niha 56 girtiyan jiyana xwe dest dane.

Ji bo ev sûc û binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê werin bidawîkirin, malbatên girtiyan û rêxistinên saziyên sivîl ev demeke li bajarên Amed û Wanê çalakiya Nobeta Edaletê dane destpêkirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 56’emîn de dewam dike

Malbatan diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û gotin, ew ji bo girtiyên nexweş hemûyan di çalakiyê de ne.

Yek ji Xizma girtiyên nexweş Nûray Abay anî ziman ku derdê malbatan hemû yek e û ew jî Edalet e.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî got, Ew ne cenazeyên girtiyan, wan bi xwe dixwazin.

Nobeta Edaletê ya li Wanê jî ku ev 32 roj in dewam dike, îro rêveberên Rêxistina HDP’a Payîzava Fesîh Sonmez serdana nobetê kirin.

Sonmez ê di serdanê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir niha li tevahiya civakê tê ferzkirin.

Sonmez li dijî tecrîdê banga tekoşîna hevpar kir.

Malbatan jî destnîşan kirin ku heta ji têkoşîna xwe encam negirin dest ji çalakiyan xwe bernadin.

Li aliyê din siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku ji sala 2016’an girtiye, rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e û roj bi roj giran dibe.

Têkildarî rewşa Aysel Tûglûk, birayê wî Alaadîn Tûglûk ku serdana xwişka xwe kir, ji ANF’ê re axivî.

Tugluk diyar kir ku rewşa tenduristiya Ayselê bi taybetî di 4 mehên dawî de girantir bûye û got:

“Bi saetan di nava nivînan de dimîne. Hişê xwe diçe û tê. Navê kesî nayê bira wê.”

Tûglûk di dawî de daxwaz kir ku xwişka wê were dermankirin û berdan.

Back to top button