Jinên Dêrikê: Jiyana gundan ji ya bajaran xweştir e

Ji ber qelebalixî û zêdebûna hejmara mirovan êdî jiyana bajaran gelek bi pirsgirêk buye. Ji ber vê jî pirraniya mirovan berê xwe didin nava xweza û dixwazin li derveyî bajaran bijîn. Jinên gundê Girkê Selma yê girêdayî bajarê Dêrikê jî dibêjin; “Jiyana gundan xwezayî ye û ji jiyana bajaran xweştir e.”

Gundê Girkê Selma yê ku dikeve Bakurê bajarê Dêrikê, yek ji wan gundên ku jiyana xwezayî bi tevahî bedewiyên xwezayê tê jiyîn e.

Li vî gundî nêzî 40 mal hene û piranî welatiyên li vî gundî dijîn jin in.

Heta niha jî dev ji bedewî û xwezaya jiyana gund bernedane.

Jina bi navê Gulê Muhemed Remo ya 60 salî ji gundê Girkê Selma anî ziman ku mirovên di gund de dijîn, di xweşî û nexweşiyê de bi hev re ne.

Zehra diyar kir ku bingehê jiyana xwezayî jin e û girêdana wê bi gund ve heye, ji ber ku yê kedê dide jin bi xwe ye û wiha bi dawî kir.

Li gor hemû pêşketinên ku li cîhanê çêbûye jî, dîsa em ji jiyana xwe ya xwezayî hez dikin û girêdana me bi gundê me ve heye.

Bi taybet wekî jin girêdanekê me bi vê jiyanê re heye, ji ber yê ku gund ava dike û civaka komînal avakiriye jin e.

Back to top button