9’ê Çileya 2013’an li Parîsê komkujiyek pêk hat di encamê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şehîd bûn. derbarê doza van 3 têkoşerên jin de li ser rola rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT’ê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Adara 2018’an Malbatên sê têkoşerên jin serlêdan kiribûn û xwestibûn, yên fermana komkujiyê dane û hevkarên wan tevlî lêpirsînê bên kirin.
Ji bo lêpirsîn jinûve bê nirxandin, dozgerekî antî-terorê hate wezîfe-darkirin.
Parêzer Jean-Louis Malterre ji ajansa Firatê re axivî û diyar kir, lêpirsîn hatiye vekirin û wê ji niha û pê ve li rola îstîxbarata Tirk bê pirsîn.