Rêxistineke herêmî bi navê Ciwanên Oksîjen bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqa û Gundewarê wê, bi dirûşmeya “Em xwediyên wê ne”, pêşbaziya hespan li dar xist.
Pêşbazî bi beşdarbûna şêniyên bajarê Reqa, xwediyên hespên esîl, endamên Yekitiya Werzîşê ya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Komîteya Werzîşê û Ciwanan a Reqayê û Gundewarê wê û gelek endamên saziyên sivîl li dar ket.
Pêşbazî ji sê qonaxan pêk hat, a yekemîn 800 metre bû.
Hespê Melek Nefertîtî di asta yekemîn de bi ser ket, her wiha hespê Esayîl jî di asta duyemîn de û hespê Nîzar Fedlî jî di asta sêyemîn de bi ser ketin.
Di qonaxa duyemîn a bi dirêjahiya hezar û 400 metre de, hespê Werd di asta yekemîn de ket, hespê Asîl jî di asta duyemîn û hespê Xade di asta sêyemîn de bi ser ketin.
Di qonaxa sêyemîn a dawî ya beza 2 hezar metre de, hespê Tahan di asta yekemîn de, Wedah di asta duyemîn de û hespê Esmer jî di asta sêyemîn de bi ser ketin.
Di dawiya pêşbaziyê de hespên bi serketin xelat wergirtin.