​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kir

​​​​​​​Dewleta Tirk a qirker di demên dawî de. Radeya êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike. Duh derengiya şevê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê dikeve bakurê rojavayê navenda navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Duh li Kobanê jî, dengê teqînekê hat bihîstin. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin. Lê belê hat raghandin ku piştî demekê ji bihîstina dengê teqînê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li asîmanê bajarê Kobanê geriya .

Dewleta tirk a dagirker Çavnebariya wê ya li dijî rojavayê kurdistanê berdewame her çedî gelek deverên rojava dagir kiriye lê dîsa çavê xwe berdide cihên din .

Back to top button