Zêdan El-Asî : Armanca êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e

Li dijî van êrişan, Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî bertek nîşan da. El Asî dibêje “Êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê, bi erêkirina civaka navneteweyî ye û armac jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.” El-Asî piştrast kir wê berxwedana gel dawî li hemû komployan bîne. 

“Armanca êrişên Tirkiyê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e”

Bi vê gotinê Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî li dijî êrişên dawî yên li ser herêmê derket.

Zêdan El Asî ji ajansa Hawarê re, têkildarî êrişên Tikriyê nirxandin kir û armancên van êrişan eşkere kirin.

Zêdan El-Asî êriş şermezar kirin û diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê ranewstiyane.

El-Asî armancên dewleta Tirk ji êrişan eşkere kir û ev got: ” Destpêkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin. Armanc ji vê yekê derbkirina projeya Rêveberiya Xweser e. Rêvebriya ku hemû pêkhateyan digire nav xwe û ev yek bi erêkirina civaka navneteweyî ye .”

Zêdan El-Asî destnîşan kir ku çiqasî dijmin êriş bike û xurt be, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe nespêre tu kesî û got: “Ji ber heger yekitiya xwe ava bike wê dewleta Tirk a dagirker nikaribe armancên xwe pêk bîne. ”

Dawiya nirxandina xwe, Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan xwedî helwest be.

Back to top button