Piştî ku Tirkiyê her du ciwanên revandî berdan; PDK ew girtin

Berî niha du ciwan li Biradostê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin.
Piştî ku demekê li Tirkiyê girtî man, hatin berdan û radestî malbatên wan hatin kirin.
Heman rojê dîsa hatin girtin, lê vê carê ji aliyê hêzên PDK’ê ve. 

30’ê Kanûna 2021’ê leşkerên Tirk ên dagirker li herêma Biradostê du ciwan revandin.

Ev ciwan Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa bûn.

Herdu jî ji xelkê gundê Dayla yê Herêma Biradost ne.

Dewleta Tirk ji nav xaka Başûr ew revandibûn û biribûn Tirkiyê.

Piştî 6 rojan ji girtinê, 5’ê Çileyê bi riya deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl radestî xizmên xwe hatin kirin.

Heman rojê, dîsa tên girtin lê vê carê ji aliyê hêzên PDK’ê ve.

Li gorî çavkaniyên ajansa Rojnews’ê, dema ciwan tên radestkirin, heman rojê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên girtin.

Paşê radestî asayîşa Mêrgesorê tên kirin.

Heta niha û li gorî agahiyên heman çavkaniyê, aliyên peywendîdar ti agahî nedane malbatên van ciwanan.

Back to top button