Ji ber zimanê Kurdî Zara Mihemedî wê 5 salan girtî bimîne

Ji ber zarok fêrî zimanê Kurdî dikirin, wê 5 salan girtî bimîne.
Mamoste Zara Mihemedî..
8’ê Çileyê hat girtin û sûc jî li gorî rejîma faşîst a Îranê, fêrkirina zimanê kurdî ye.
Saziya Kurdşop destnîşan kir ku cezakirina Zara, dewama siyaseta desthilatdarên Îranê ya bêdengkirina netewa Kurd e.

Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê li mamosta Zara Mihemedî 5 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Sedem jî ew Zara zarok fêrî zimanê Kurdî dikirin.

Piştî wê, 8’ê Çileyê Zara Mihemed hat girtin û xistin girtîgeha Sineyê.

Saziya Kurdşop: Her sal 8’ê Çileyê wê bi navê Zara Xelat werin dayîn

Li dijî vî sûcî, Saziya Kurdşop ku yek ji saziyên pêşxistina zimanê Kurdî ye, dauyaniyek da.

Rêveberiya saziyiyê anî ziman “Cezakirina Zara, dewama siyaseta desthilatdarên Îranê ya bêdengkirina netewa Kurd e.”

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya saziyê got:

“Em ê xwedî li Zara Mihemedî derkevin.

Her sal 8’ê Çileyê bi navê Zara wê xelat werin belavkirin.”

Back to top button