Girtina deriyê sînor..16 hêz û partiyan banga vekirina derî kirin

16 partî û tevgerên niştîmanî yên Sûrî li dijî girtina deriyê Sêmalka daxuyaniyek hevbeş da. Partiyan di daxuyaniyê de banga vekirina bilez a derî li PDK’ê kirin.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo jî piştrast kir ku armanca girtina derî dorpêçkirina herêmê ye. 

Demek li ser girtina deriyê Sêmalka re ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, derbas bû.

Tevî hemû bangên derdikevin, derî heta niha nehatiye vekirin.

16 tevger û partiyên niştimanî yên Sûrî daxuyaniyeke hevbeş der barê girtina derî de da.

Partiyan di daxuyaniya xwe de ev got: ”Sê hefte ne deriyê Sêmalka girtî ye. Ev derî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî girîng e.

Di derî re rêxistinên navneteweyî alîkarî bo xelkê herêmê rê dikir.

Tevger û partiyan bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji biryarên xwe vegere û derî di demeke nêz de veke.

Partiyên ku daxuyanî dan ev in:

-Desteya Niştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk

-Tevgera Çaksazî-Sûriyê

-Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

-Şepêla Çaksaziyê ya Sûriyê

-Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyê

-Desteya Niştimanî ya Erebî

-Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriyê

– Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

– Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

-Partiya Muhafezkaran

-Partiya Yekitiya Suryanî

– Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

– Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

-Partiya Sûriya Pêşerojê

-Partiya Kesk a Demokratîk

-Şepêla Pêşeroja Kurdistanê

Bedran Hemo: Armanc dorpêçkirina herêmê ye

Ji bo heman mijarê, Endamê Meclisa Giştî ya PYD Bedran Hemo ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Bedran Hemo anî ziman ku armanca PDK ji girtina derî dorpêçkirina herêmê û derketina gel li dijî Rêveberiya Xweser e.

Bedran Hemo bang li PDK’ê kir ku nekeve xefka dewleta Tirk û dev ji van kirinan berde.

Back to top button