Tokayev: Hêzên CSTO di nava 10 rojan de bi beşî wê ji welat vekişin

Li Kazexistanê xwepêşandanên li dijî bihabûna sotemeniyê, bi kuştin û binçavkirinê hatine tepisandin. Li welat niha bêdengiyek metirsîdar heye. Ev yek jî piştî mirina 164 xwepêşandêr û binçavkirina nêzî 10 hezar kesî pêk hat.

Serokomarê Kazexî Comert Tokayev ragihand ku hêzên aştiyê yên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a bi pêşengiya Rûsyayê di nava du rojan de dest bi derketina welatê wî dikin. Tokayev got ku vekişîn dê di nav 10 rojan de biqede.

Li Kazaxistanê, sala nû dinava şer û pevçûnan de despê kir.

Aloziya ku 2’ê Çile bi bihabûna sotemeniyê re despê kir, li piraniya bajarên welat belav bû.

Ji ber êrişên tund yên polîs û leşkeran 164 kes mirin û nêzî 8 hezar kes hatin binçavkirin.

Niha ji li kolanên bajar, bêdengî û rengên wêraniyê xuya dike.

Hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) ya bi pêşengtiya Rûsya jî li nava welat tev digere.

Bermahiyên şewata erebe û alavên di dema xwepêşandanê de ziyan dîtine ji yek bi yek têne rakirin.

Li nava welat bêdengiyek metirsîdar serwere.

Serokomarê Kazexistanê Qasim Comert Tokayev bi rêya telekonferans ji parlameteran re axivî û got:

Hêzên aştiyê, bi awayekî giştî erkê xwe bi serkeftî pêk anîne.

Tokayev xwepêşandanên ku hefteya berê li welat belav bûyî bi terorîstî binav kiribû û ragihand ku wî fermana bê hişyarî ya kuştina xwepêşandêran daye.

Tokayev ferman da hikumetê ku bêtir bac ji sektora madenê bistîne.

“Ev pîşesazî di van demên dawîn de bi qazanceke zêde dixebite.”

Ji aliyê din ve Wezareta Karên Navxweyî ya Kazaxistanê ragihand ku di çarçoveya çalakiyên protestoyî de nêzî 10 hezar kes hatine binçavkirin.

Rewşa Awarte ya ku li welêt ji ber xwepêşandanan hatiye ragihandin dê 8 rojên din jî di meriyetê de bimîne.

Parlamentoya Kazaxistanê serokwezîrtiya Alîxan Smaîlov ku ji aliyê Tokayev ve wek namzed hatibû destnîşankirin, pejirand.

Piştî xwepêşandanan, Tokayev hikûmet ji kar girt û ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanan, alîkarî ji Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ku Rûsya, Kirgizistan, Tacîkistan, Belarûs û Ermenîstan endamên wê ne, xwest.

Li ser banga rêberê Kazakistanê zêdetirî 2 hezar hêzên aştîparêz ji bo welat hatin veguhestin.

Ji duh ve înterneta ku 5 rojan li bajarê herî mezin ê welat Almaty hatibû qutkirin, hat vegerandin.

Li paytext û navenda darayî ya berê ya welêt ku nifûsa wê nêzî 1 milyon û 800 hezar e, ji nûve têketina malperên navxweyî û biyanî pêkane.

Back to top button