Kargeha “My Sun”, rojê 6 hezar şûşeyên avê derdixe

​​​​​​​Yek ji projeyên giring ên li herêmê, kargeha ava vexwarinê ya bi navê “My Sun” e. Ev kargeh li navçeya Tirbespiyê hatiye vekirin. Rojê 6 hezar şûşeyên avê ji vê kargehê tên dexistin. 

Ji bo pêşxistina aboriya herêmê, heta niha li hrêmê gelek kargeh hatine vekirin.

Ji wan jî, kargeha My Sun a ava paqij û parzûnkirî ye.

Kargeh li gundê Biyaze yê Tirbespiyê Cotmeha 2021’ê hatiye vekirin.

Ji aliyê alavan ve, niha kargeh temamkirî ye.

Tê de taqîgehek ji bo testkirina avê, alavên parzûnkirinê, çêkirina cureyên cuda yên şûşeyên avê hene.

Di vê kargehê de rojane 63 karker kar dikin.

Rojane, kargeh 6 hezar şûşeyên avê derdixe.

Endamê rêveber ê kargehê Eyûb Hesen dibêje “Vê kargehê gelek derfetên kar ji şêniyên herêmê re peyda kir.”

Back to top button