Ji hevdîtinên cinêvê di mijara ukraine de ti encama erênî derneket

Doh piştî 7 saetan ji hevîdtina Amerîka û Rûsyayê, danûstandinên Amerîka û Rûsyayê bi dawî bûn. Encama wê jî mîna ku dihat payîn bû. Bi taybet jî di mijara aloziya Ukraine de. Lewma ji bo çareserkirina aloziyê ti encameke erênî derneket.

Li bajarê Siwîsreyê Cinivê di navbera şandeyên Amerîka û Rûsyayê de hevdîtinek dirêj a ewlekariyê pêk hat.

Alîkarên wezîrên karê derve ê herdû welatan Wendy Sherman (Wendî Şîrman) û Sergey Ryabkov hevîdtin li Ofîsa Amerîka a Neteweyên Yekbûyî pêk anîn.

Aramiya Stratejîk, aloziya Ukraine, hebûna NATO li herêma Rojhiklat û kontriolkirina çekên kîmyewî mijarên danûstandinan bûn.

Lê ji wan a herî girîng jî rewşa Ukraine derket pêş.

Piştî hevdîtina 7 saetan nûnerên herdû aliyan daxuyanî dan çapemeniyê.

Sergey Ryabkov eşkere kir ku di navbera herdû welatan de fikrên dijber hene û got; Mixabin, helwesteke neyênî li hemberî me hat nîşandan. Divê bi ti awayî Ukraine nebe endama NATO’yê. Em mijar ji bo me xeta sor e. Nabe ku NATO li herêmê hebûna xwe berfereh bike. Bi taybet li Ewrûpaya Navîn û Rojhilat.

Dîplomatê Rûs Ryabkov anî ziman ku baweriya wan bi Rojava nayê û wiha dewam kir:

Pêwîstiya me bi misogeriyeke bihêz heye. Lê a rast em bi aliyê li hemberî xwe bawer nakin.

Berpirsa şandeya Amerîkî Wendy Sherman jî wiha axivî: Me di mijara redkirina daxwazên Rûsyayê de biryardariya Amerîkayê careke dikn anî ziman. Zû ye ku em bêjin, Mosko di mijara çareseriya dîplomatîk de ji dil tevdigere an na.

Tişta ku pêwîste were fêmkirin ev e;

Bê îradeya Ukraine em nikarin derheqê wê de ti biryarê bidin.

Mafê ti welatî tineye ku sînorê welatekî din bughere.

Banga me ji bo Rûsyayê ev e;

Leşkerên xwe ji sînorê Ukraine dûr bixin.

Back to top button