Zarokê Efxanî Sûheyî radestî malbata wî hate kirin

Ji Tebaxa sala 2021’an weke zarokê Efxan ê wenda ket rojevê. Sûyehl wê demê 2 mehî bû. Li balafirgeha Kabîlê dan leşkerî Amerîkî û ji wê demê ve wenda ma. Piştî 5 mehan Sûheyl radestî malbata wî hate kirin.

15’ê Tebaxa 2021’an, bi ketina çekdarên Talîbanê nava Kabîlê, bi deh hezaran mirov berê xwe dan balafirgehê.

Hêviya wan ew bû ku bi desteka hêzên cîhanî ji Efxanistanê werin derxistin.

Di nava wan de malbata xebatkarê hêzên Amerîkayê, Mîrza Alî jî hebû.

Mîrza Alî 19’ê Tebaxê di nava qelebalixa deh hezaran kesî de kurê xwe ê 2 mehî ji tirsa ku di nava girseya gel de asê bimîne, da destê leşkerên Amerîkî.

Û ji wê rojê ve Sûheyl wele zarkê wenda ket rojevê.

Yek ji ajokerên balafirgehê Hamîd Safî zarokê bê xwedî dibîne û dibe mala xwe.

5 mehan wî xwedî dike û dawiyê ew radestî dapîrê wî Mîrza Muhemed Qasimî kir.

Kêliya radestkirina Sûheyl ji bo Hamîd Safî û hevjîna wî zor bû.

Bi gotina wan, di pêvajoya xwedîkirina a 5 mehan de pir pê hatin girêdan û ew weke zarokê xwe didîtin.

Sûheyl ê ku niha 7 mehî ye wê vê gavê ji aliyê xaltîka xwe ve were xwedîkirin.

Û piştî rê vebe wê ji bo malbata wî ya li Amerîkayê were şandin.

Di vê navberê de krîza mirovî ya li Efxanistanê jî di rojeva cîhanê de ye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths destnîşan kir ku wan ji bo Efxanistanê ku krîza mirovî lê heyî, kampanyayeke alîkariyê ya bi nirxê 4.4 milyar dolarî daye destpêkirin.

Ev miqdara herî zêde ya alîkariya ku heta niha ji bo welatekê hatî diyarkirine.

Back to top button