
Serokê Parlamenta Ewropayê David Sassoli yê ku ji 26’ê Kanûnê ve ji bo nexweşxanê hatibû veguhestin jiyana xwe ji dest da.
David Sassoli yê sosyal demokrat ê Îtalî, ji sala 2019’an ve serokatî ji Parlamenta Ewropayê re dikir.
Berdevk Roberto Cuillo diyar kir ku Sassoli 11’ê Çileyê saet di 01:15’an de li nexweşxaneyek li bajarê Avino yê Îtalyayê jiyana xwe ji dest da.
Sassoli ji dawiya meha Kanûnê û vir ve li nexweşxaneyê dihate dermankirin.
Sassoli ji ber xerabûna sîstema parastinê ya laşê wî, nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê.
Seroka Komîsyona Ewropayê li ser Twitterê peyamek parve kir û ji bo Sassoli got, “Serokekî kêmdîtî û beriya her tiştî dostekî hêja.”
Sassoli ku berê ji ber nexweşiya losemî hatibû dermankirin, vê payîzê ji ber zaturreyê rakiribûn nexweşxaneyê û bi hefteyan nekarîbû karê xwe bike.