Dûran Kalkan: Berxwedana gerîla a 2021’an weke berxwedana 14’ê Tîrmehê mezin bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan berxwedan û serketina gerîla ya sala 2021’an nirxand. Kalkan diyar kir ku berxwedana gerîla ya li dijî faşîzma Tirk a di sala 2021’an de, weke berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê mezin bû û got, “Vî ruhî û xet derbeya herî mezin li faşîzma AKP-MHP’ê û îxaneta hevkarên wê jî xist.”

Berxwedana gerîlayan a li dîjî faşîzm û dagirkeriya Tirk di sala 2021’an de jî bi serketinên mezin tacîdar bû.

Hewldanên dewleta Tirk yên dagirkerî û komkujiyên li dijî gelê Kurd, bi têkoşîna lehengên tevgera azadiyê hatin pûçkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan berxwedan û serketina gerîla ya sala 2021’an li dijî Faşîzm û dagirkeriya Tirk ji malpera fermî ya PKK’ê re nivîsand.

Kalkan diyar kir berxwedana gerîla ya sala 2021’an lûtkeya jiyana wan ya şoreşgerî pêk anî û desnîşan kir ku di ruhê vê berxwedanê de, rêxistinbûn, ruhê rêhevaltiyê û têkoşîna birdozî derket hole.

Kalkan anî ziman ku ger ne ji vî ruhî bûya, ne mimkûn bû ku têkoşîneke wiha bihata kirin û got: “Girîng e ku were zanîn yên li wir li berxwe didin xwedî ruh û zanabûna Apocî ne.

Mirov dikare bi hêsanî bandora diyarker a têkoşîna îdeolojîk ya ku di nava berxwedana pratîk-leşkerî de bi awayekî pir zelal û şênber derketî holê bibîne.”

Kalkan îşaret bi serketinên gerîlayan a li beramberî êrişên dewleta Tirk yên hovane kir û wiha got: “Pir girîng e ku mirov van berxwedanan baş fêm bike.

Ji wir encamek çawa derket holê, çawa li hemberî ewqas êrîşên dijmin, êrîşên teknîkî, êrîşên heta bikaranîna çekên kîmyewî rawestiyan.

Ev ruhekî çawa bû, çi bawerî bû, berxwedaneke çawa bû?

Divê berxwedana gerîla rast were fêmkirin û xwedî lê derkevin.

Kalkan got, ger ev ruh û vîna berxwedanê ya mîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê nebûya, wê encam nehatiba girtin û wiha dewam kir:

“Gerîlayên Azadiyê li Werxelê bi mehan li ber xwe dan.

Weke ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ev yek kirin.

Çawa ku 14’ê Tîrmehê xeta fedayîtiyê ya PKK’ê ava kir û PKK’ê temsîl kir, yên din jî bi heman rengî ne. ”

Dûran kalkan: berxwedana gerîla a 2021’an derb li faşîzma akp’ê û hevkarê wê jî xist

Herwiha Duran Kalkan di dewama nirxandinên xwe de rewşa PDK’ê jî ku bi dewleta Tirk re ketiye nava hevkariyê nirxand û wiha got: “Bi awayeke zelal dikare were dîtin ku PDK hatiye çi rewşê. Niha her kes dinirxîne ku PDK hevkar û di nava xiyanetê de ye. Em dizanin ku ji beriya van berxwedanan xwe weke rêber dihesibandin.

Hate wê rewşê. Van berxwedanan kî û çawa têk bir, li holê ye.

Em dikarin vê jî bibêjin: Berxwedanên heyî derbeya têkbirinê li hevkarî û xiyanetê jî xist”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawî de eşkere kir ku berxwedana gerîla di şoreşê de pêk hat û got; “Ew ne tenê şoreşeke ku faşîzm di wateya leşkerî de têk bir, di heman demê de şoreşeke bîrdozî, şoreşeke felsefî, şoreşeke manewî û şoreşeke xetê ye.

Back to top button