Parêzer ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin

9 meh in agahî ji Rêber APO nayê girtin. Parêzerên Rêber Apo ji bo ku biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin, carekedin serlêdan kirin.

Rêber Apo 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye.

Herî dawî jî di 27’ê Nîsana 2021’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.

Ev 9 meh in jî agahî ji Rêber APO nayên girtin.

Ji ber vê yekê, careke din Parêzerên Rêber APO Newroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêber Apo, ji bo ku biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin.

Lê ev serlêdanên nayên bersivandin.

Back to top button